Serdeşt; Berzîn Hemzezade ji nûciwanê girtî yê tevgera Jin Jiyan Azadî ji ber derbeyên îşkenceyê canê xwe ji dest da

Berzîn Hemzezade, nûciwanên xelkê Serdeştê ku ji ber îşkenceya dijwar a hê

03 January 2024 19:46

 

Hengaw; Çarşemî 3ê Çileya 2024an

Berzîn Hemzezade, nûciwanên xelkê Serdeştê ku ji ber îşkenceya dijwar a hêzên serkutkar bi giranî ji aliyê endamên hundur ên laşê xwe ve rastî derbeyan hatibû, di dawiyê de piştî 13 meh di bin lênêrîna pizîşkî de li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Ew di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li temenê 15 saliyê hatibû girtin û di heyama hefteyekê de rastî îşkenceyê hatibû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 2ê Çileya 2024an, Berzîn Hemzezade, nûciwanê 16 salî yê derbedîtî û xelkê Serdeştê, di bin neştergeriya pizîşkî de li nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê canê xwe ji dest da.

Pêka gotan çavkaniyeke agehdar a nêzî malbata Berzîn Hemzezade, ev nûciwane sala borî di dema girtinê de her du gurçikên xwe ji ber lêketina derbeyên hêzên ewlehê di Payîza sala borî de, ji dest dabû û rastî têkçûna fîzyolojîkê hatibû.

Vê çavkaniya agehdar daye zanîn: “Berzîn di heyama salek û du mehên borî de, çendîn caran rastî daketina asta hiş û bêhişiyê hatibû û gelek caran ji bo tedawiyan serdana navendên pizîşkî hatibû veguhastin.

Yek ji xizmên wî nûciwanê Kurd tevî piştrastkirina vê nûçeyê ji Hengawê re ragihandiye: Berzîn beriya girtinê di tendirustiya tevaw a laşî û derûnî de bû û ti nîşanên nexweşiyê nebûye. Lê ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de, piştî ku hate berdan gelek caran ji ser hişê xwe çûye.

Vê çavkaniyê herwiha diyarî kir, ku ji duh ve navendên ewlehî zext li malbata Hemzezade kirine ku xwe ji medyayîkirina vê nûçeyê dûr bigirin.

Berzîn Hemzezade, hefteya despêkê ya Mijdara 2022an, piştî xwenîşandana berfireh a 20ê Mijdara 2022an li Serdeştê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û nêzî hefteyekê di bin îşkenceya tund de bû. Nîşaneyên nexweşiya vî nûciwanê, çend roj piştî azadkirinê di meha Kanûna 2022an de derketibûn.

Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a Hengawê de, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de zêdetirî 300 nûciwan di bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin ku heta niha nasnameya 193 kesan ji bo Hengawê eşkere bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin