Girtîgeha Êvînê; Bêparkirin Pexşan Ezîzî ji mafê hevdîtin û pêwendiya telefonî bi malbatê re

17 July 2024 10:13

Hengaw; Çarşemî 17ê Tîrmeha 2024an

Pexşan Ezîzî ya rojnamevan, hevkara civakî û girtiya siyasî ya Kurd ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi tohmeta "bexî" hatibû sizadan. Tevî derbasbûna salekê li girtinê ji mafê hevdîtin û pêwendiya telefonî bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, heyama du hefteyan e ku Pexşan Ezîzî ya rojnamevan, hevkara civakî û girtiya siyasî ya Kurd ji aliyê karbidestên girtîgehê ve ji mafê hevdîtin û  pêwendiya telefonî bi malbatê re hatiye bêparkirin.


Pêka gotina çavkaniyeke nêzîkî malbata Ezîzî, di heyama du hefteyên borî de hewlên malbata wê ji bo hevdîtin û pêwendiya telefonî bi nabirî re bê encam bûye û ev yeka bûye sedema nigeraniya malbatê derheq tendirustiya Pexşan Ezîzî.

Pexşan Ezîzî ku heyama 347 roj di girtîgehê de ye, Zivistana sala borî ji aliyê Taya 5 a Lêpirsîna Dadseraya Ewlehî ya Êvînê ve, bi tohmeta "bexî" bi rêya endametî di girûpên dijber ên hikûmetê de hatibû sizadan.

Çalakvana hanê roja Duşemî 11ê Kanûna 2023an, ji benda 209 a girtîgeha Êvînê, bo benda jinan a vî girtîgehê hatibû veguhestin.

Navbirî 4ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarokê Xerazî yê Tehranê hatibû girtin.

Hengawê berê li gorî çavkaniyeke agehdar nivîsîbû ku, bi wê girtiya siyasî ya berê re, çend kes ji endamên malbata navbirî jî hatibûne girtin ku ew piştî çend rojan hatibûne berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Kurdistana Iraqê û Kurdistana Sûriyê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî de encam dabûn.


Di vî warî de zêde bixwînin