Girtina sê welatiyên din li Mehabadê; Hejmara welatiyên hatinî girtin giha bi 10 kesan
Hengaw; Duşemî 16ê Kanûna 2024an
Bi binçavkirina sê welatiyên din ên xelkê Mehabadê ji wan du bira yên bi navê Rêbwar Resûlî, Eyûb Resûlî û Osman Cehanîfer (Şiwane) hejmara welatiyên hatinî girtin li vî bajarî giha bi 10 kesan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 15ê Kanûna 2024an, du bira yên bi navê Rêbwar Resûlî û Eyûb Resûlî yên xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li vî bajarî hatine girtin.
Hevdem van hêzan bi êrîşkirin bo ser mala malbatî ya Osman (Şiwane) Cehanîfer, navbirî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirin.
Berê Hengawê di raporekê de nivîsîbû ku Yûsif Qal, Aram Mebzûle, Zanyar Seyîdehmedî û Siyamend Seyîdehmedî, çar ciwanên xelkê gundê "Beyrem" ê ser bi bajarê Mehabadê û Qadir Xeramanfer, Kemal Mesûdî, Celal Sedefî li vî bajarî hatine girtin.
Di vê raporê de li gor gotina çavkaniyeke agehdar îşare bi wê yekê hatibû kirin ku, ev 7 welatiyên Kurd bi awayekî hovane hatine girtin û hêzên ewlehî tevî vekolînkirina mala van welatiyane, dest danîne ser hin kelûpelên wan ên kesî.
Li gorî çavkaniyên agehdar, ev 10 welatiyên Kurd bo girtîgeheke ewlehî li Urmiyê hatine veguhastin û lipeyketinên malbatên van derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan heta niha bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.