Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd li girtîgeha Erdekana Yezdê
Hengaw; Duşemî 16ê Kanûna 2024an
Nêzî du hefte berî niha sizayê darvekirina du girtiyên Kurd û xelkê Kirmaşanê yên bi navê “Siyaweş Yarî û Mihemedelî Dereke” ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Erdekan a parêzgeha Yezdê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 28ê Mijdara 2024an, sizayê darvekrina du girtiyên Kurd ên bi navê Mihemedelî Dereke yê temen 54 salî û xelkê Mahîdeşta Kirmaşanê û Siyaweş Yarî yê temen 67 salî û xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha Erdekana Yezdê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du girtiyane meha Îlona 2024an, li Erdekanê hatibûne girtin û di dosyeyeke hevbeş de bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.