Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Miyanduavê
Hengaw; Sêşemî 17ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê “Bêhzad Seyîdî Bokanî” yê xelkê bajarê Bokanê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Miyanduavê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 16ê Kanûna 2024an, sizayê darvekrina Bêhzad Seyîdî Bokanî yê xelkê Bokanê li girtîgeha navendî ya Miyanduavê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Bêhzad Seyîdî Bokanî ji çend sal beriya niha ve bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û piştre bi darvekirinê hatibû sizadan.
Ev girtiye ji demek berê niha ve bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê ji girtîgeha navendî ya Bokanê bo girtîgeha navendî ya Miyanduavê hatibû veguhastin.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.