Girtîgeha Qizilhesarê; Metirsiya cidî li ser birêveçûna sizayê darvekirina Saman Mihemedî Xiyare
Hengaw; Sêşemî 17ê Kanûna 2024an
Hewlên bo rawestandina darvekirina Saman Mihemedî Xiyare heta niha bê encam mane û ev girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Sinê di bin metirsiya micid a darvekirinê de ye. Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi bê agehdarkirina berê û nehînîkarî di pêvajoya dozgeriyê de, heta niha malabata wî ji redkirina daxwazkariyê ya dubare dadgehîkirinê agehdar nekiriye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, egera cîbicîkirina sizayê darvekirina Saman Mihemedî Xiyare yê girtiyê siyasî yê temen 34 salî di sibêdea roja Çarşemî 18ê Kanûna 2024an de gelek cidî ye.
Hengaw tevî nîşandan nîgeraniya xwe li ser egera cîbicîkirina sizayê darvekirina Saman Mihemedî Xiyare, daxwaza bala zêdetir ji aliyê saziyên cîhanî ve bo pêşîgirtin ji cîbicîkirina sizayê darvekirina vî girtiyê siyasî dike.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, bav û dayîka Saman Mihemedî di du rojên borî de dawî hewlên xwe bi mebesta ragirtina birêveçûna sizayê darvekirina kurê xwe dane û serdana navendên dadwerî li Tehranê kirine; Lê hewlên wan bê encam mane.
Vê çavklaniyê ragihandiye: Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê xwe ji dana her cure bersivekê derbarê daxwaza wergirtina daxwazkariya dubare ya dadgehîkirin û hilweşandina sizayê darvekirinê dûr girtiye û di rojên borî de û di dema veguhastina navbirî bo odeya takekesî de, ji wan re hatibû ragihadin ku ev daxwazkariye hatiye redkirin.
Saman Mihemdî Xiyare, roja Şemî 14ê Kanûna 2024an, ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhesara Kerecê yê ser bi parêzgeha Elborzê hatibû veguhastin. Navbirî di dema binçavkirinê de 19 salî bûye û di heyama 15 salên borî de ji mafê azadiya demkî (mirexesî) bêpar bûye.
Çavkaniyeke nêzî malbata Mihemedî di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye: "Bav û dayîka Saman ji roja Yekşemî ve çûne Tehranê û heta niha ne hewlek bo ragirtina sizayê Saman gihaye bi encamê û ne karîne çavpêketinekê digel wî bikin.”
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Saman Mihemedî 15 sal berî niha ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin û piştre ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer "Ebulqasim Selewatî" bi tohmeta "miharibe" û "endametî li girûpên dijî şoreşê yên girêdayî bi dezgehên Îtilaatî yên derveyî welat" sizayê darvekirinê bi bser de hatibû sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, Saman Mihemedî li heyama binçavkirinê de û herwiha li birêveçûna kombûna dadgehê ji mafê destpêregihîştin bi parêzerê diyarîkirî hatibû bêparkirin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Saman Mihemedî Xiyare di heyama binçavkirinê de bi dijwarî hatibû îşkencekirin û di bin îşkenceyê de hatibû neçarkirin ku li dijî xwe îtirafên bi zorê bike û kuştina Xelîfe Îbrahîm Ferhadî li bajarê Qurwê û herwiha kuştina hêzekî nizamî li bajarê Sinê li xwenîşandanên 2009an ku bi "Tevgera Kesk" hatibû naskirin bikişîne situyê xwe.
Malperên hikûmetê berî niha nûçeya sepandina sizayê îdamê bi ser hejmarek ji endamên grûpekê de belav kiribû ku du kes ji hêzên Întizamî, Mela Burhan ê pêşnimêjê demkî yê Sinê û pêşnimêjê Mizgefta Qoba ya vî bajarê, Mihemed Şêxulselam ê nûnerê hikûmetê li Sinê di meclîsa "Xubrêgan" a rêberî de û Xelîfe Îbrahîm Ferhadî li bajarê Qourwê kuştine.