Raorek li ser rewşa tendirustiya Hacer Seîdî hevdem digel destpêkirina duyemîn sala girtîgehê
Hengaw; Sêşemî 17ê Kanûna 2024an
Hacer Seîdî, çalakvana kedkarî û mafê jinan a xelka bajarê Sine, di halekê de ku salek girtîgeha bi ser de hatî sepandin derbas kiriye di rewşeke xerab a tendirustê de ye. Hengawê zaniye ku navbirî sala borî ji bo derbaskirina 5 sal sizayê girtîgehê bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin. Ev yeka di halekê de ye ku berê hatibû ragehandin ku Hacer Seîdî ji bo birêvebirina salek girtîgeha bi ser de hatiye sepandin şandine girtîgehê.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Hacer Seîdî ya çalakvana kedkarî di halekê de tûşî nexweşiya dil û rîye bûye, derbasî nav duyemîn sala girtina xwe ya pênc salan bûye. Hacer Seîdî Mijdara îsal yekemîn sala girtîgeha bi ser de hatî sepandin bi dawî anî û mehek ji duyemîn sala gitîgeha xwe jî derbas kiriye.
Navbirî berê ji ber tohmetên ku bi ser de hatibûne sepandin di dosyeyekê din de, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, 5 sal girtîgeha ragirtî hatibû sizadan ku ev sizaye sala borî hatiye cîbicîkirin.
Hacer Seîdî berê ji aliyê Taya Yekem ya Dadgeha Şoreş ya Sine ve bi serokatiya Dadwer "Seîdî" bi tohmetên wek "kombûn û lihevkirin bi rêya pêkanîna girûpa komonîstî û hewldan li dijî ewlehiya netewî" bi du sal girtîgehê hatibû sizadan ku ev sizaye di dawiyê de ji aliyê Taya Çarem ya Dadgeha Pêdaçûn ya Sine ve bi salek girtîgehê hatibû kêmkirin.
Li gorî raporên herî dawî, ev girtiya jin tevî ku tûşî nexweşiyên dil û rîyê bûye, ji mirexesiya dermanî û dermankirinê bêpar bûye. Herwiha ragirtin Hecer Seîdî di beşa tawanên metirsîdar de bûye sedema dilgiraniya malbata navbirî. Di heyama 13 mehên derbasbûyî de, ev girtiya siyasî tevî nexweşiyê û pêwîstiya wê bi dermankirinê, tenê bo 10 rojan bo mirexesiyê hatiye şandin.
Roja Şemî 18ê Mijdara 2023an, Hacer Seîdî piştî gazîkirin û serdankirin ji bo Taya Çarem ya Cîbicîkirina Sizayan a Dadseraya Giştî û Şoreş a Sinê ve, bo birêvebirina sizayê girtîgehê hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya Sinê hatibû veguhestin.
Hacer Seîdî tevî heft çalakvanên din ên medenî û kedkarî, êvareya roja Çarşemî 17ê Gulana 2023an ,ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li mala malbata Hûmen Ebdullahî, ji canjidestdayiyê tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Sine, hatibû binçavkirin.
Hacer Seîdî di dawiyê de, roja Yekşmî 18ê Hezîrana 2023an, bi danîna barimeteya 500 milyon Tumenî ji girtîgeha navendî ya Sinê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê, ji dadgeha navendî ya Sinê hatibû berdan.