Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd li girtîgeha Lakana Reştê
Hengaw; Sêşemî 17ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navê Mûsa Bexşî yê xelkê Esedavayê û Ferzad Reşîdî yê xelkê Kirmaşanê li navîna meha Îloan îsal li girtîgeha Lakana Reştê hatiye birêveçûn ku nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd heta niha nehatiye medyayîkirin. Berê Hengawê ji birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyên din di vê girtîgehê de ragihandibû.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 11ê Îloan 2024an, sizayê darvekrina du girtiyên Kurd ên bi navê Mûsa Bexşî yê temen 33 salî û xelkê Hemedanê û Ferzad Reşîdî yê temen 37 salî yê xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Lakana Reştê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du girtiyane berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Reştê ve û di dosyeyeyên cuda de bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Hengawê berê nûçeya birêveçûna sizayê darvekirina Mistefa Emanî û Nesrulah Pîraste bi tohmeta "kuştina bi qest" û Arman Etayî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber di heman rêkeftê de li girtîgeha Lakana Reştê belav kiribû û bi hesabkirina van du haletan hejmara girtiyên hatinî îdamkirin li vê rojê giha bi 5 kesan.