Girtina Ebdulah Qûwe li berdewamiya pêla binçavkirina welatiyên Kurd li Mehabadê

18 December 2024 19:09

Hengaw; Çarşemî 18ê Kanûna 2024an

Li berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd li bajarê Mehabadê welatiyekî din ê bi navê Ebdulah Qûwe ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li vî bajarî hate girtin û hejmara welatiyên hatinî girtin li vî bajarî giha bi 13 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 16ê Kanûna 2024an, Ebdulah Qûwe yê temen 40 salî û xelkê gundê "Kolîce" yê ser bi Mehabadê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li vî bajarî hate girtin.

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyen a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama çend rojên borî de zêdetirî 13 welatiyên xelkê Mehabadê ji aliyê navendên ewlehî ve hatine girtin ku heta niha nasnameya 13 kes ji wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin ku wiha ne;

1_ Ebdulah Qûwe, 2_Rehman Dana, 3_Salar Şemsî Burhan, 4_Rêbwar Resûlî, 5_Eyûb Resûlî, 6_Osman (Şiwane) Cehanîfer, 7_Yûsif Qal, 8_Aram Mebzûle, 9_Zanyar Seyîdehmedî, 10_Siyamend Seyîdehmedî, 11_Qadir Xeramanfer, 12_Kemal Mesûdî û 13_Celal Sedefî

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev 13 welatiyên Kurd bo girtîgeheke ewlehî li Urmiyê hatine veguhastin û lipeyketinên malbatên van derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin