Birêveçûna sizayê darvekiria aliyê kêm 6 girtiyan li girtîgeha Qizilhesara Kerecê

18 December 2024 19:27

Hengaw; Çarşemî 18ê Kanûna 2024an

Sizayê darvekirina aliyê kêm 6 girtiyan ji wan girtiyekî xelkê Efxanistanê yê bi navê Ebdulbarî Pekûhî û pênc girtiyên din ê bi navên Hesenelî Yûsifî, Mecîd Cemşîdî, Suhrab Ehmedîpûr, Ferzad Newrozî û Rastgûyî Kondelîc li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 18ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina Mecîd Cemşîdî yê xelkê Dilfanê yê ser bi parêzgeha Loristanê û Suhrab Ehmedîpûr yê temen 73 salî û xelkê Kuyeşta vê parêzgehê, Ebdulbarî Pekûhî yê xelkê Efxanistanê û sê girtiyên din ên bi navê Hesenelî Yûsifî, Ferzad Newrozî û Rastgûyî Kondelîc li girtîgeha Qizilhesarê hate cîbicîkirin.

Li gorî wan zanyarên ku Dezgeha Dadwerî ya Îranê belav kiriye, Rastgûyî Kondelîc şeş sal berî niha piştî sikaleya çend jinan li bajarê Tehranê bi tohmeta “azardan û birîndarkirina wan bi dirêşeyê” hatibû girtin û bi tohmeta “ifsad fî erz bi rêya tirsandina jinan û birîndarkirina wan" bi îdamê hatibû sizadan.

Hesenelî Yûsifî, Mecîd Cemşîdî, Suhrab Ehmedîpûr û Ebdulbarî Pekûhî berê bi tohmeta madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Di vê navberê de, Ferzad Newrozî jî berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê  hatibû  sizadan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin