Seqiz; Osman Îsmayîlî, çalakvanê kedkarî ji girtîgehê hate berdan
Hengaw; Çarşemî 18ê Kanûna 2024an
Osman Îsmayîlî yê çalakvanê kedkarî yê Kurd û xelkê Seqizê ku bi dawîhanîna sizayê girtîgeha bi ser de hatibû sepandin, ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hate azadirin. Navbirî salek û yek meh û şeş rojan di girtîgehê de bû.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 18ê Kanûna 2024an, Osman Îsmayîlî yê girtiyê siyasî yê temen 67 salî ji girtîgeha navendî ya Seqizê hate berdan.
Hengawê di meha Çileya îsal de ragihandibû ku, rewşa tendirustiya Osman Îsmayîlî di girtîgehê de xirab e û tevî ku tûşî nexweşiya tengehenase û nexweşiya dil bûye, ji pêregihîştinên pizîşkî bêpar bûye.
Osman Îsmayîlî, roja Duşemî 13ê Mijadar 2023an, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hatibû girtin û piştre bo girtîgeha navendî ya Seqizê hatibû veguhastin.
Navbirî meha Tebaxê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve bi tohmeta “endametî di Partiya Komelê de” bi 31 meh û 15 roj girtîgeh û bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê di merasima biaxspartina Jina Emînî de” bi 7 meh û 15 roj girtîgehê hatibû sizadan ku bi giştî bi 39 meh girtîgeh hatibû sizadan.
Ev sizaye di dawiyê de bi 16 meh girtîgehê û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê hatibû kêmkirin.
Osman Îsmayîlî li rêkefta 8ê Şibata 2023an, ji aliyê hêzan îdareya Îtilaatê ve li bajarê Seqizê hatibû girtin û li rêkefta 17ê Nîsana 2023an, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî û bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Seqizê hatibû azadkirin.
Ev çalakvanê kedkarî berî niha jî, ji ber çalakiyên xwe, pêşîneya girtin û girtîgehê hebûye.