Sine; Ayda Emûyî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin

03 February 2025 22:04

Hengaw; Duşemî 3ê Şibata 2025an

Ayda Emûyî ya çalakvana mafê jinan li bajarê Sinê piştî 17 roj binçavkirin bi danîna barimteya giran a 6 milyard Tumenî bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hate azadkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 3ê Şibata 2025an, Ayda Emûyî ya temen 40 salî û çalakvana mafê jinan û xelka bajarê Sinê, piştî 17 roj girtin bi danîna barimteya giran a 6 milyard Tumenî bi awayekî demkî heta daewî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya bajarê Sine ku medyayên hikûmetê ji vê girtîgehê wekî “navenda çaksazî û perwerde”  bi nav dikin, hate azadkirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Ayda Emûyî di heyama girtinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.

Ayda Emûyî êvareya roja Înê 17ê Çileya 2025an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li ber salona werzişê ya xwe (salona tekwando) bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin.

Hengawê berê jî raporek belav kiribû ku, Ayda Emûyî ku xîzandar û dayîka du zarokan e, di heyama çend mehên derbasbûyî de jî berdewam ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi rêya pêwendiya telefonê ve rastî gefxwarinê  hatibû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin