Rêûresma Newrozê; Neh welatiyên Kurd bi awayekî demkî ji girtîgeha Sine hatine berdan

Hengaw; Şemî 5ê Nîsana 2025an
Şino Mihemedî, Arîwan Şakirî, Şîrwan Heyderî, Îdrîs Heyderî, Mehmûd Nadirî, Esed Babakeremî, Mistefa Hujebirî, Ehmed Saidî û Sîrwan Hatemî, ji welatiyên Kurd ên xelkê Sineyê ne ku li pêwendî digel rêûresma Newroza Kurdistanê hatibûne girtin û bi danîna barimteyê bi awayekî demekî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatine berdan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 5ê Nîsana 2025an, Şîrwan Heyderî yê 37 salî, Îdrîs Heyderî yê 30 salî û Sîrwan Hatemî yê 40 salî, her sê xelkê gundê “Ewêheng” ê ser bi bajarê Sine û Mehmûd Nadirî yê 45 salî û xelkê gundê Da`ane Kemangar ê ser bi Kelatrezana Sine, Esed Babakeremî yê 34 salî û xelkê Gawer ê girêdayî navçeya navendî ya bajarê Sine, Mistefa Hujebirî yê temen 28 salî û xelkê gundê “Qiliyan” ê ser bi bajarê Sine, Arîwan Şakirî yê temen 35 salî û Ehmed Saidî yên xelkê bajarê Sine, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatine berdan.
Berê li rêkefta roja Şemî 29ê Adara 2025an, Şino Mihemedî, çalakvana medenî ya temen 34 salî û hevjînê wê yê bi navê Arîwan Şakirî, bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibûne berdan.
Roja Şemî 22ê Adara 2025an, Esed Babekeremî û Mehmûd Nadirî piştî gazîkirin û serdankirin bo Îtilaata Spahê li bajarê Sine hatibûne girtin.
Şîrwan Heyderî, Îdrîs Heyderî, Sîrwan Hatemî, Şino Mihemedî, Arîwan Şakirî û Mistefa Hujebirî, roja Yekşemî 23ê Adara 2025, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.
Ehmed Saidî jî, ji dawiya meha Adara îsal ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li bajarê Sine hatibû veguhastin.
Ev welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newroza Kurdistanê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.
Di vê navberê de, girtina Mehmûd Nadirî di halekê de bûye ku navbirî di destpêka meha Adara îsal de bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.
Navbirî roja Sêşemî 4ê Adara 2025, piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaatê li Sine hatibû girtin.