Sine; Emced Geriyaxîz ji endamê kempeyna "Ne Bo Darvekirinê" bi 30 meh girtîgehê hate sizadan

12 June 2025 21:32

Hengaw; Pêncşemî 12ê Hezîrana 2025an

Emced Geriyaxîz, çalakvanê kedkarî yê Kurd û xelkê bajarê Sine û endamê kempeyna "Ne Bo Darvekirinê" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve du sal û şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Emced Geriyaxîz, çalakvanê kedkarî yê temen 42 salî û xelkê bajarê Sine û bavê du zarokan, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "handana baziriyan ji bo girevgirtinê" 6 meh sizayê girtîgeha sepiyayî û 2 sal sizayê girtîgeha ragirtî bi ser de hate sepandin.

Emced Geriyaxîz bi rolhebûn di girevgirtina meha Şibatê de ya li derheq nîşandana nerazîbûnê li dijî sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî hatiye tohmetbarkirin.

Emced Geriyaxîz di heyama girtina xwe ya 35 rojan de ji hemû mafên sereke yên wekî destpêregihîştin bi parêzer, pêwendiya telefonî û dermanan hatibû bêparkirin.

Ev welatiyê Kurd oja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, bi awayekî tundûtîjî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibû girtin û bo girtîgeha Îtilaata Sine û piştre bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.

Ev çalakvanê kedkarî di dawiyê de roja Sêşemî 25ê Şibata 2025an, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sine hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin