Urmiye; Rizgar Mewlûdî û Kamiyar Îzedî, du zarokên binçavkirî bi danîna barimteyê hatin azadkirin

13 January 2025 00:45

Hengaw; Duşemî 13ê Çileya 2025an

Du zarokên Kurd û xelkê bajarê Mehabadê yên bi navên Rizgar Mewlûdî û Kamiyar Îzedî her du 17 salî piştî derbaskirina 12 roj binçavkirinê di dawî de bi danîna barimteyê bi awayek demkî ji Navenda Perwerde û Çaksazî ya Urmiyê hatin azadkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 12 Çileya 2025an, Rizgar Mewlûdî û Kamiyar Îzedî, her du 17 salî û xelkê gundê “Seholan” ê girêdayî bajarê Mehabadê bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadgehê ji Navenda Perwerde û Çaksazî ya Urmiyê hatin azadkirin.

Ev du zarokane roja Sêşemî 31ê Kanûna 2024an, piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hatin binçavkirin û piştre bo girtîgeha vê navenda ewlehî li bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Hengawê berê niha di raporekê de nivîsîbû ku, hêzên îdareya Îtilaatê roja Duşemî 30ê Kanûna 2024an êrîşî kirine ser malên malbata van du welatiyan û malên wan vekolîn kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên binçavkirin û sizayên ku bi ser wan du zarokên Kurd de hatinî sepandin ti zanyariyek ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin