Tikab; Nîgeraniya micid li ser rewşa çar kedkarên birîndar ên bajarvaniyê

08 March 2025 18:11

Hengaw; Şemî 8ê Adara 2025an

Çar kedkarên nerazî yên bajarvaniya bajarê Tikabê ku di dema kombûneke nerazîbûnê de, ji aliyê hêzên hikûmetî ve kevtibûne ber teqeya rasterast, piştî ku bo yek ji nexweşxaneyên ser bi Spaha Pasdaran hatibûne veguhastin di rewşek nediyar de ne. Êrîşa van hêzan piştî pêwendiya telefonî ya yek ji endamên şêwreya bajar bo hêzên Întizamî bûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 3ê Adara 2025an, çar kedkarên xizmetguzariyê yên bajarvaniya Tikabê, di dema kombûneke nerazîbûnê de li derheq paremana mûçê çendîn mehên derbasbûyî, ji aliyê hêzên Întizamî bi awayekî rasterast rastî gullereşandinê hatin û ji ber vê yekî bi tundî hatine birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kedkarên nerazî di nava avahiya bajarvaniyê de û li hember îdareya Şêwreyê ya bajara Tikabê, kombûnek nerazîbûnê lidar xistibûn.

Ev kedkarane ku heta niha nasnameya wan nehatiye eşkerekirin, di ciheke nediyar de ne û nîgeraniyek micid li ser rewşa tendirustiya wan heye.

Piştî lipeyketinên Hengawê, çavkaniyeke agahdar tekezî kiriye ku ev çar kedkarane li yek ji navendên pizîşkî yên hêzên Spaha Pasdaran têne ragirtin, daye zanîn ku niha ne mimkûn e li ser vê mijarê agahî bên belavkirin.

Tê gotin ku endamên Şêwreya bajarê Tikabê, piştî vê bûyerê berpirsê bajarvaniyê li ser kar dûr xistine û niha Mihemedbaqir Rostemî bi şêweyekî demkî kirine berpirsê bajarvaniya Tikabê.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin