Azadkirina Hemîd Çepatî bi çavdêriya pêbenda elektronîkî ji girtîgeha navendî ya Urmiyê
Hengaw; Şemî 6ê Kanûna 2025an
Hemîd Çepatî, yek ji çalakvanê sivîl ê Kurd û xelkê Urmiyê ku berê ji bo cîbicîkirina sizayê xwe yê şeş meh girtîgehê bo girtîgehê hatibû veguhastin, piştî derbasbûna nêzîkî du meh û nîv girtîgehê, bi çavdêriya pêbenda elektronîkî ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hate berdan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 6ê Kanûna 2025an, Hemîd Çepatî, çalakvanê sivîl ê 37 salî û xelkê Urmiyê, piştî derbaskirina 88 roj girtîgeh, bi pêbenda elektronîkî ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hate azadkirin.
Hemîd Çepatî dê dema mayî ya sizayê xwe li derveyî girtîgehê û bi sînordarkirina hatinûçûnê li mala xwe derbas bike.
Ev çalakvanê sivîl, roja Sêşemî 9ê Îlona 2025an, piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan a Dadgeha Urmiyê hatibû girtin û bi mebesta birêvebirina sizayê 6 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgehê hatibû veguhastin.
Hemîd Çepayî sala borî ji aliyê Taya Du ya Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya Dadwer Şahînî bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê û têkdana raya giştî" bi sê meh girtîgehê hatibû sizadan.
Ev sizaye Tîrmeha îsal piştî nerazîbûna Bêhzad Sarîxanlû yê Cihgirê Dozgerê Giştî û Şoreşê yê Urmiyê derbarê biryara dadgeha destpêkê, bi 6 meh girtîgehgê hatibû zêdekirin.
Hemîd Çepatî roja Çarşemî 16ê Cotmeha 2024an, piştî gazîkirin bo Polîsê Ewlehî li Urmiyê hatibû girtin û piştî rojek ji binçavkirinê, navbirî bi danînan barimteya 6 milyardî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.