Kerec; Kasibkarekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin

18 December 2024 23:33

Hengaw; Çarşemî 18ê Kanûna 2024an

Kasibkarekî Kurd ê temen 40 salî û xelkê Kamêranê ku nasnameya wî bi Demawend Kemanger hatiye eşkerekirin, bi teqeya rasterast a hêzên Komara Îslamî ya Îranê li ser rêya Kerecê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 17ê Kanûna 2024an, Demawend Kemanger, bavê du zarkan û xelkê gundê "Tefîn" û rûniştiyê bajarê Kamêranê ji ber birînên xwe yên ji ber berketina gulleyên hikûmetê li nexweşxanyeke bajarê Tehranê canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên agehdar, Demawend Kemanger roja Yekşemî 15ê Kanûnê bi gumana hilgirtina kelûpelên qaçax, ji aliyê hêzên Întizamî ve bûye armanca gulleyan.

Hêjayî gontinê ye ku, ev kasibkarê Kurd piştî ku bi dijwarî hatibû birîndarkirin û rastî sê gulleyên şer hatibû, ketibû komayê û bo navendeke dermanî li Tehranê hatibû  veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin