Yûsif Hacî Xoş ji endamê Şêwreya Navendî û Desteya Birêveberî ya Eniya Yekgirtî ya Kurd bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin

19 December 2024 11:55

Hengaw; Pêncşemî 19ê Kanûna 2024an

Yûsif Hacî Xoş ê welatiyê Kurd ê xelkê Şinoyê û endamê Şêwreya Navendî û Desteye Birêveberî ya Eniya Yekgirtî ya Kurd ku di dawiyê de bi mebesta cîbicîkirina sizayê 3 sal û 4 meh girtîgehê hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin, bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 18ê Kanûna 2024an, Yûsif Hacî Xoş ê endamê Şêwreya Navendî û Desteye Birêveberî ya Eniya Yekgirtî ya Kurd û welatiyê xelkê gundê "Koneqela" yê ser bi bajarê Şinoyê, ji girtîgeha vî bajarî bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.

Ev welatiye li meşa girtina berfireh a welatiyan li dema birêvebirina rêûresmên Newroza Kurdistanê hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Ensarî bi tohmeta "hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" bi 3 sal û 4 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Yûsif Hacî Xoş berê li roja Pêncşemî 2ê Gulana 2024an, derheq lidarxistina rêûresma Newroza Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve û bi şêweyekî tundûtîjî di mala xwe de hatibû girtin û bi mebesta lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî bi dawîhatina heyama lêpêçîna wî bo girtêgeha navendî ya Şinoyê hatibû veguhastin û di dawiyê de roja Pêncşemî 30ê Gulana 2024an, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî û bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin