Rêûresma Newrozê; Girtina Îhsan Hemzezade, xwendekarê temen 17 salî li bajarê Bokanê

23 April 2025 14:58

Hengaw; Çarşemî 23ê Nîsana 2025an

Îhsan Hemzezade, xwendekarê temen 17 salî û xelkê bajarê Bokanê li derheq beşdarîkirin li rêûresma Newroza Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekemî 20ê Nîsana 2025an, hêzên îdareya Îtilaatê li Bokanê Îhsan Hemzezade, xwendekarê temen 17 salî û xelkê gundê “Qalwê” yê ser bi bajarê Bokanê û rûniştiyê Mîravaya vî bajarî binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Hemzezade, Îhsan dersxwanê pola 11an a xwendingeha Mê`irac li Bokanê ye û ji ber beşdarîkirin li rêûresmên Newroza Kurdistanê hatiye girtin.

Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku, hêzên îdareya Îtilaatê destpêkê bi fêl Îhsan bo Pirtûkxaneya Giştî ya Bokanê vexwandine û dema ku nêzî pirtûkxaneyê bûye çend tirombêlên hêzên îdareya Îtilaatê navbirî binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derheq çarenivîs û cihê ragirtina vî nûciwanê Kurd ê 17 salî li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin