Urmiye; Gazîkirin û gefxwarin ji 12 zarokên Kurd ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve

Hengaw; Înê 29ê Adara 2025an
12 zarokên Kurd ên xelkê bajarê Urmiyê yên bi navên Metîn Ceiferî, Pêjman Ceiferî, Sîna Xeliyanî, Yûsif Qelenderî, Yûsif Elîrizayî, Mîlad Ebdîlzade, Metîn Ebdîlzade, Zêhat Elîrizayî, Feysel Elîrizayî, Manî Tiware, Ferzîn Xûbî û Akam Qurbantac ku temenê her hemûyê wan di bin 18 saliyê de ye, li pêwendî digel rêûresma Newroza Kurdistanê ji aliyê binkeya Spaha Pasdaran a gundê “Zêwe” yê ser bi Urmiyê ve hatin gazîkirin û rastî gefxwarinê hatine.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 27ê Adara 2025an, Metîn Ceiferî, Pêjman Ceiferî, Sîna Xeliyanî, Yûsif Qelenderî, Yûsif Elîrizayî, Mîlad Ebdîlzade, Metîn Ebdîlzade, Zêhat Elîrizayî, Feysel Elîrizayî, Manî Tiware, Ferzîn Xûbî û Akam Qurbantac, 12 zarokên bin 18 saliyê û xelkê gundê Nenas ê ser bi bajarê Urmiyê ji aliyê Îtilaata binkeya gundê Zêweya Mirgewer ve hatine gazîkirin û rastî gefxwarinê hatine.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, banghêjkirina van zarokane li derheq beşdarîkirina wan li rêûresma Newroza Kurdistanê hevdem digel roja kuştina îmam Elî bûye û piştî amadebûna wan di vê navenda ewlehî de rastî gefxwarinê hatine. Ev kesane piştî çend demjimêr lêpêçîn û gefxwarinê û wergirtina soznameyê hatine berdan.