Binçavkirina sê endamên malbatekê li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve

28 May 2025 20:27

Hengaw; Çarşemî 28ê Gulana 2025an

Reina Xoran û Rojan Xoran, du xwîşkên Kurd yên xelkê bajarê Urmiyê û Celal Feroxî yê xalê wan ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 26ê Gulana 2025an, Reina û Rojan Xoran û Celal Feroxî, welatiyên xelkê bajarokê “Zêwe” yê ser bi Mirgewera Urmiyê hatine girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi awayekî tundûtîjî û êrîşkirina şevane bo ser mala van welatiyan, ew girtine û piştre bo cihekî nexuya veguhastine.

Hêjayî gotinê ye ku, Reina û Rojan Xouran û Celal Feroxî, meha Nîsana îsal jî li derheq rêûresma Newroza Urmiyê hatibûne girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin