Rêûresma Newrozê; Mihemedelî Azerî bi awayekî hovane ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li Urmiyê hate girtin

28 March 2025 13:32

Hengaw; Înê 28ê Adara 2025an

Mihemedelî Azerî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li pêwndî digel birêveçûna rêûresma Newrozê li vî bajarî hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 7ê sibêdeha roja Înê 28ê Adara 2025an, Mihemedelî Azerî, xîzandar û xelkê Urmiyê bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mihemedelî Azerî ji ber beşdarîkirin li birêvebirina rêûresma Newrozê li Urmiyê hatiye girtin.

Mihemedelî Azerî piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û ti zanyariyek derheq rewşa wî li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin