Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Hemedanê

19 December 2024 12:52

Hengaw; Pêncşemî 19ê Kanûna 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Şems” ê xelkê Esedava yê girêdayî Parêzgeha Hemedanê ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê (girtîgeha Elwendê) hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 18ê Kanûna 2024an, sizayê darvekrina girtiyekî Kurd ê bi navê Mehemed Şem ê temen 36 salî û xelkê Esedavayê li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiye beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin