Gazîkirin û girtina Pûriya Ehmedî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê
Hengaw; Yekşemî 24ê Mijdara 2024an
Pûriya Ehmedî, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sinê piştî gazîkirin û serdankirin bo navenda Birêveberî ya Sizayan ji bo birêvebirina sizayê şeş meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha Êvînê li Tehranê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 17ê Mijdara 2024an, Pûriya Ehmedî, girtiyê siyasî yê berê û xelkê bajarê Sinê ji bo birêvebirina sizayê şeş meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha Êvînê li Tehranê hate veguhastin.
Pûriya Ehmedî 1ê Tebaxa 2023an digel hevjîna xwe ya bi navê Seher Ehmedî û kurê wan ê bi navê Berzîn Ehmedî li rêya Sine- Merîwanê bi tegeya hêzên îdareya Îtilaatê hatibûne rawestan û binçavkirin ku ev welatiyê Kurd di dawiyê de li rêkefta 17ê Cotmeha heman salê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji benda 209 a girtîgeha Êvînê hatibû berdan.
Ev welatiye digel Wirîşe Muradî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin û piştî sê meh ji bê serûşûnkirina bi zorê hate zanîn ku li girtîgeha Êvînê binçavkirî ye.
Hêjayî gotinê ye ku, Pûriya Ehmedî ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi tohmeta “endam û hevkarîkirin digel girûpên dijber ên hikûmetê û hevrêtiya digel Wirîşe Muradî” 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin ku ev sizaye ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve bi 4 sal û 6 meh girtîgeha “ragirî” û 6 meh girtîgeha “teizîrî” hatibû guhertin.
Pûriya Ehmedî ji endamê berê yê taya Kurdistanî ya “Pariya Wehdet a Millî” berê jî, li salên 2018 û 2019an ji aliyê saziyên hikûmetî ve hatibû girtin û piştre bi sê meh girtîgehê hatibû sizadan.