Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Mehabadê
Hengaw; Pêncşemî 19ê Kanûna 2024an
Du girtiyên Kurd û xelkê Mehabadê yên bi navê “Rehîm Berîn û Cemal Nebûre” ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine darvekirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 18ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navê Cemal Nebûre û Rehîm Berîn û herdu xelkê Mehabadê li girtîgeha navendî ya Mehabadê hate birêveçûn.
Rehîm Berîn beriya niha bi tohmeta kuştina bi qest a hêzekî hikûmetê û Cemal Nebûre jî bi tohmeta kuştina bi zanebûnê ji du sal berî niha ve hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van du girtiyan, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.