Girtina Çiya Nesrulahî li Mehabadê; Hejmara welatiyên hatinî girtin giha bi 15 kesan

20 December 2024 10:39

Hengaw; Înê 20ê Kanûna 2024an

Bi eşkerebûna nasnameya welatiyekî din ê Kurd ê hatî girtîn li bajarê Mehabadê yê bi navê Çiya Nesrulahî, hejmara welatiyên hatine girtin di hefteya borî de li vî bajarî ji aliyê navenên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve giha bi 15 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 15ê Kanûna 2024an, welatiyekî xelkê bajarê Mehabadê yê bi navê Çiya Nesrulahî yê temen 38 salî li cihê karê xwe ji aliyê hêzên Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, çend trombêlên hêzên îdareya Îtilaatê bi dorpêçirina dukana Çiya Nesrulahî li taxa "Berî Şîlan" a Mehabadê bi awayekî hovane hewla binçavkirina wî dane û navbirî bo cihekî nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Pêka amar û belgên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama hefteya borî de aliyê kêm 15 welatiyên Kurd li bajarê Mehabadê ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve  hatine  girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin