Serpêla Zehawê; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa aliyê kêm 7 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

20 December 2024 13:07

Hengaw; Înê 20ê Kanûna 2024an

Aliyê kêm heft welatiyên Kurd li bajarê Serpêla Zehawê ji wan zarokek yên bi navên Xalid Kemerî, Hêmin Palanî, Umîd Salihî, Aymen Sefayî, Îrfan Muradî, Peyam Rencber û Komara Salihî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û çarenivîsa wan nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi derbasbûna şeş roj ji girtina aliyê kêm 7 kes ji welatiyên Kurd li bajarê Serpêla Zehawê ji wan zarokek bi navê Umîd Salihî yê 17 salî, Aymen Sefayî yê 21 salî, Komar Salihî yê 23 salî, Hêmin Palanî yê 25 salî, Îrfan Muradî yê 25 salî, Xalid Kemerî yê 27 salî û Peyam Rencber yê 27 salî, ti zanyariyek ji çarenivîsa wan ber dest nîne û lipeyketinên malbatên wan di vê derbarê de bê encam maye.

Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, ev heft welatiyane roja Yekşemî 15ê Kanûna 2024an, li meşa êrîşa hevdem a hêzên îdareya Îtilaatê li ser malên wan bi awyekî tundûtîjî hatine girtin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev welatiyane bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin û zanyariyek serat ji sedemên girtin û tohmetên li dijî wan hatinî sepandin ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin