Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha Kirmaşanê

23 December 2024 21:27

Hengaw; Duşemî 23ê Kanûna 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Hemîd Muradiyan" ê xelkê Fîrozava yê ser bi parêzgeha Loristanê ku berê bi tohemta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 21ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Hemîd Muradiyan li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate birêveçûn.

Ev girtiye berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye   belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin