Selasa Bawecanî; Hamid Rizayî piştî berteknîşandan li derheq kuştina du dadweran bi awayekî tundûtîjî hate girtin

19 January 2025 20:46

Hengaw; Yekşemî 19ê Çileya 2025an

Hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran welatiyekî Kurd ê ciwan û xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê bi navê Hamid Rizayî bi awayekî hovane rastî lêdan û kutanê anîne û piştî ku ji hişê xwe çûye bo nexweşxaneyê veguhastine û piştre girtine. Sedema vê kiryarê belavkirina storiyek li ser Instagramê derbarê kuştina du dadwerên Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê hatiye ragihandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 18ê Çileya 2025an, Hamid Rizayî yê temen 29 salî û xelkê gundê “Banî Sakan” yê ser bi bajarê Selasa Bawecanî, ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve dema ku diçû bo bajarê Ciwanroyê hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Hamid Rizayî piştî ku bi sedema lêdan û kutanê ji hişê xwe çûye, destpêkê bo nexweşxaneyê hate veguhastin û piştre bo girtîgeha Îtilaata Spahê li Selasa Bawecanî hatiye veguhastin.

Hamid Rizayî li rêya çûna derê ya Selasa Bawecanî, bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê li ber çavên xwîşk û dayîka wî, ji hiş çûye û piştre hatiye girtin.

Ji roja derbasbûyî ve heta niha, ti zanyariyek serast derbarê rewşa tendirustiya Hamid Rizayî li ber dest nîne û ev yeka jî bûye sedema nîgeraniya malbata navbirî û hest bi metirsî li ser jiyana wî dikin.

Herwisa birayê Hamid Rizayî, di dema ajotvaniyê de ji bo agehdarbûn ji çarenivîsa birayê xwe, rastî bûyera hatin û çûnê hatiye û di nexweşxaneyê de hatiye razandin.

Girtina bi tundî ya Hamid Rizayî piştî wê yekê hatiye kirin ku navbirî wek birêveberê rûpeleke Instagramî, storiyek derbarê kuştina du dadwerên Dîwana Bilind yên bi navên Mihemed Meqîse û Elî Razînî belav kiribû û nivîsîbû ku bikuj heta şevê wek kesekî ser bi Îsraîlê dê  were  nasandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin