Meşhed; Xisrew Elîkurdî yê parêzer dadgehê salek girtîgeh bi ser de hate sepandin

19 January 2025 23:09

Hengaw; Yekşemî 19ê Çileya 2025an

Xisrew Elîkurdî, welatiyê Kurd ê parêzerê dadgehê û girtî di girtîgeha Wekîlava ya bajarê Meşhedê de, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve salek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Xisrew Elîkurdî yê parêzerê dadgehê û girtî di girtîgeha Wekîlava ya bajarê Meşhedê de, ji aliyê Taya 5 a Dadgeha Şoreş a Meşhedê ve bi serokatiya dadwer "Yezdanxa" bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi salek girtîgehê hatiye sizadan. Tohmeta ku bi ser vî parêzerî de hatiye sepandin bi belavkirina mijarekê di nav torên civakî de hatiye diyarîkirin. Kombûna pêdeçûna bi tohmetên Elîkurdî di meha Cotmeha 2024an de li vê Tayê hatibû lidarxistin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Xisrew Elîkurdî ku bi awayekî "dengê vekirî" mijûlê derbaskirina heyama sizayê girtîgeha xwe yê berê bû, sibêdeha roja Sêşemî 24ê Kanûna 2024an li hemberî girtîgeha Wekîlava ya Meşhedê hatibû girtin.

Navbirî roja Şemî 17ê Şibata 2024an, piştî gazîkirin ji aliyê Birêveberiya Sizayan a Dozgeriya Giştî û Şoreş a Meşhedê ve, ji bo birêvebirina sizayê salek girtîgeha bi ser de hatî sepandin hatibû girtin û bo girtîgeha Wekîlavayê hatibû veguhastin.

Xisrew Elîkurdî berê di dawiya meha Îlona 2023an de, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi salek girtîgeh û du sal dûrxistin ji warê xwe û du sal qedexeya çûn bo derveyê welat, 2 sal qedexeya karê parêzeriyê û 2 sal jî qedexeya çalakî di nav torên civakî de hatibû sizadan.

Hêjayî gtinê ye ku, Xisrew Elîkurdî, li 1ê Tebaxa 2023an, piştî gazîkirin û serdan bo taya 901 a Dadgeha Giştî û Şoreş a Meşhedê hatibû girtin û bo girtîgeha "Wekîlava" ya vî bajarî hatibû veguhastin. Navbirî di 4ê Tebaxê de bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Xisrew Elîkurdî, berê di beşeke dosyaya xwe de bi tohmeta “weşandina derewan” ji aliyê Taya Sêyem a Dadgeha Tawanan a Meşhedê ve bi valakirina 21 milyon Tumen hatibû sizadan.

Ev parêzerê han, heya niha parêzeriya hejmarek zêde ji girtiyên siyasî û malbatên wan li stûyê  xwe  girtiye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin