Meşhed; Xisrwe Elîkurdî yê parêzer, girtîgeh û dûrxistin bi ser de hate sepandin

Xisrew Elîkurdî, parêzer û welatiyê Kurd yê rûniştiyê bajarê Meşhedê, ji aliyê Dezgeha D

29 November 2023 13:25

 

Hengaw; Çarşemî 29ê Mijdara 2023an

Xisrew Elîkurdî, parêzer û welatiyê Kurd yê rûniştiyê bajarê Meşhedê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgeh û du sal dûrxistin ji warê xwe û herwisa çend sizayên din jî bi ser de hatine sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Xisrew Elîkurdî, parêzer û rûniştiyê bajarê Meşhedê, ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi salek girtîgeh û du sal dûrxistin ji warê xwe û du sal qedexeya çûn bo derveyî welat, 2 sal qedexeya karê parêzeriyê û 2 sal jî qedexeya çalakî di nav torên civakî de hate sizadan.

Ev welatiyê Kurd di rûpela xwe ya taybet de ragihandiye ku bi tohmeta “propagandaya di berjewendiya grûpên opozisyona Komara Îslamî de” ev sizaye bi ser de hatiye sepandin û bo heyama du salan jî bo bajarê Nehbendanê li parêzgeha Xorasana Başûr hatiye dûrxistin.

Ev parêzerê han, 1ê Tebaxa Îsal, piştî gazîkirin û serdana bo taya 901 a Dadseraya Giştî û Şoreş a Meşhedê, hate girtin û bo girtîgeha "Wekîlabad" a vî bajarî hate veguhestin. Navbirî di 4ê Tebaxê de bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaqxên dadgehê hatibû berdan.

Xisrew Elîkurdî, berê di beşeke dosyaya xwe de bi tohmeta “weşandina derewan” ji aliyê taya sêyem a Dadgeha Cezayan a Meşhedê ve bi valakirina 21 milyon Tumen hatibû sizadan.

Ev parêzerê han, heya niha parêzeriya hejmarek zêde ji girtiyên siyasî û malbatên wan li stûyê xwe girtiye.


Di vî warî de zêde bixwînin