Girtîgeha Bokan; Raporek ji dawî rewşa Amanc Kedxuda ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî
Hengaw; Sêşemî 24ê Kanûna 2024an
Amanc Kedxuda, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî li vî bajarî, ji 8 meh berî niha ve ji bo birêvebirina sizayê 3 sal girtîgeha bi ser de hatî sepandin hatibû girtin û vî sizayê di girtîgeha navendî ya Bokanê de derbas dike.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Amanc Kedxuda, welatiyê 22 salî yê xelkê bajarê Bokanê li Nîsana îsal ji bo birêvebirina sizayê sê sal girtîgeha bi ser de hatî sepandin hatibû girtin û heşt meh ji vî sizayê di girtîgeha navendî ya vî bajarî de derbas kiriye.
Ev welatiye ji aliyê Taya 103 a Dadgeha Şoreş a Bokanê ve bi serokatiya dadwer “Penahî” 3 sal girtîgeh û valakirina 45 milyon perê nexdî bi ser de hatibû sepandin û ev sizaye ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ya Urmiyê ve wekî xwe hatibû pejirandin.
Hêjayî gotinê ye ku, Amanc Kedxuda, li meşa tevgera “Jin Jiyan Azadî” li rêkefta 15ê Mijdara 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û destpêkê bo navenda polîs hatibû veguhastin û piştre demjimêrek piştî îşkencekirinê bo îdareya “Emakin”ê ya vî bajarî hatibû veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd bo heyama hefteyekê bi awayekî berdewam di îdareya “Emakin”ê de rastî îşkence û lêpêçînê hatibû û ji ber vê îşkenceyê difin, tiliyên dest û sê perastûyên wî rastî şikestinê hatibûn û piştî heyamekê bo girtîgeha navendî ya Bokanê hatibû veguhastin.
Ev welatiyê Kurd di dawiyê de piştî mehek binçavkirinê bi danîna barimteya yek milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.