Dîwandere; Mesûd Rizayî ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin

08 June 2024 09:19


Hengaw; Şemî 8ê Hezîrana 2024an

Mesûd Rizayî yê welatiyê Kurd ê xelkê Dîwanderê û ji girtiyên tevgera "Jin Jiyan Aazadî" ji bo cîbicîkirina sizayê şeş meh girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 3ê Hezîrana 2024an, Mesûd Rizayî, piştî ku li bajarê Dîwanderê hate binçavkirin ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Mesûd Rizayî beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta beşdarîkirin di xwenîşandanên tevgera "Jin Jiyan Azadî" de şeş meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Ev welatiyê Kurd, 5ê Kanûna 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin