Piştrastkirina nasnameya pênc cangoriyan ji wan du jin li nerazîbûnên parêzgeha Kirmaşanê
Hengaw; Sêşemî 20ê Çileya 2026an
Pênc welatiyên Kurd ên bi navên Mihemed Mehdî Bedrî, Mêlîka Şahmuradî, Hesen Felahî û Îlham Zeynelî di meşa nerazîbûnên girseyî yên Kirmaşanê de û herwiha Riza Derwêşî li bajarê Şabadê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 9ê Çileya 2026an, Hesen Felahî, ji peyrewên ola Yarsan û xelkê gundê "Serayilan Tuwexakî" yê ser bi Kirmaşanê, li meşa nerazîbûnên girseyî li bajarokê Îlahiyê yê Kirmaşanê, bi guleyên şer ên hêzên hikûmetî ji aliyê pişta ser ve hate kuştin.
Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, hêzên hikûmetî rê nedane ku termê wî li bajarê Kirmaşanê were biaxsipartin û malbata wî neçar mane ku wî li gundê bav û kalên xwe wate "Serayilan Tuwexakî" bi axê bispêrin. Rêûresma biaxsipartina wî di 11ê Çileyê de hate lidarxistin û tevî rewşa tund a ewlehiyê, beşdaran dirûşmên dijî hikûmetê gotin.
Herwiha êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Mêlîka Şahmuradî (Destiyab) a 21 salî, ji welatiyên peyrewên ola Yarsan û xelka bajarokê Kerenda Rojava, navenda navçeya Dalaho, di meşa nerazîbûnên girseyî de li bajarokê Mu`elîm ê Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
Li gorî vîdyoyên ku gihîştiye destê Hengawê, termê vê welatiyê bi merasimeke girseyî û bi amadebûna berfireh a xelkê, li warê xwe bi axê hatiye sipartin.
Di heman rojê de welatiyekî din ê bi navê Mihemed Mehdî Bedrî, xelkê Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî de li bilwara Taqwesan a vî bajarî, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
Her wê rojê wate 8ê Çileyê, Îlham Zeynelî, serperiştyar li nexweşxaneya Îmam Elî ya Kirmaşanê, bi berketina guleya şer a hêzên hikûmetê li pişta serê wê hate kuştin.
Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, ev welatî ji beşa pişt, zik û zarokdanê ve birîndar bibû û piştî veguhastina bo nexweşxaneyê neştergeriyeke giran jê re hate kirin, lê ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest da. Termê wê di 13ê Çileyê de li "Baxê Firdews" a bajarê Kirmaşanê hate biaxsipartin.
Di meşa nerazîbûnên 8ê Çileyê de li Şabadê, Riza Derwêşî, ciwanekî 27 salî, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetê hate kuştin.
Hengawê zaniye ku ev ciwan li nêzîkî mizgefta "Îmam Husên" destpêkê bi çeka saçmeyî bi giranî birîndar bûye û paşê hêzên hikûmetê bi çeka Klaşînkofê û di demekê de ku li erdê ketibû, gule li dilê wî xistine. Rêûresma biaxsipartina wî di roja 10ê Çileyê de li gundê Tecerkerem Penahabadê hate lidarxistin.