Rapora Hengawê derbarê kuştina Muhena Dukuşkanî, Armîn Dadfer û Umîd Şuca`iyan li bajarên Kirmaşan û Bedreyê

22 January 2026 17:19

Hengaw; Pêncşemî 22ê Çileya 2026an

Sê welatiyên din ên Kurd bi navên Muhena Dukuşkanî, Armîn Dadfer û Umîd Şuca`iyan di encama nerazîbûnên xelkê de li bajarên Bedre û Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hatine kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ku piştî şopandinê ji aliyê tîma piştrastkirinê ya Hengawê ve hatiye piştrastkirin, nasnameya van sê welatiyên cangorî ku pêkhatine ji jinek û du zilaman, bi vî awayî ye;

Muhena Dukuşkanî ya 18 salî û xelka Kirmaşanê, di encama nerazîbûnên xelkê vî bajarî de, şeva Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hate kuştin.

Çavkaniyên Hengawê ragihandine ku, ev jina ciwan li "Taxa Seidî" bi guleya şer hatiye armanckirin û termê navbirî roja Înê 16ê Çileyê li goristana "Baxê Firdewsî ya Kirmaşanê" û bi beşdariya hejmareke kêm ji xizmên wê û herwiha di bin çavdêriya tund a ewlehiyê de bi axê hatiye sipartin.

Heman rojê (8ê Çileyê), Armîn Dadfer, ciwanê Kurd ê 21 salî û xelkê gundê "Serteng" ê ser bi bajarê Bedreyê yê parêzgeha Îlamê, di encama nerazîbûnên xelkê vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.

Herwiha Umîd Şuca`iyan ê ciwanê xelkê Kirmaşanê, roja Înê 9ê Çileyê di encama nerazîbûnên xelkê de bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hate kuştin. Bi gotina çavkaniyên Hengawê, ev ciwan li taxa Mesken a Kirmaşanê û li hemberî dikana xwe bi çeka şer hatiye armanckirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin