Raporek li ser kuştina pênc welatiyên Kurd ji wan du jin li Tehranê; piştrastkirina nasnameya 12 welatiyên Kurd ên li Tehranê hatinî kuştin
Hengaw; Çarşemî 14ê Çileya 2026an
Gelale Mehmûdî Azer ji Mehabadê, Zehra Muradî û Siyaweş Şêrzad her du ji Bokanê, Îrfan Elîzade ji Lomara bajarê Sîrwanê û Elî Ebasî ji Giyelanê, pênc welatiyên Kurd in ku li Tehranê bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên Komara Îslamî ya Îranê di meşa nerazîbûnên xelkê yên vî bajarî de hatine kuştin. Bi hejmartina van, Hengawê heta niha kariye nasnameya 12 welatiyên Kurd, ji wan sê jin ku li dema nerazîbûnên girseyî li Tehranê hatine kuştin, piştrast û belav bike.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Gelale Mehmûdî Azer a xelka Mehabadê, Zehra Muradî ya xelka Bokanê, Siyaweş Şêrzad ê xelkê Bokanê, Îrfan Elîzade yê xelkê Lomarê û Elî Ebasî yê xelkê Giyelanê li meşa nerazîbûnên girseyî li Tehranê bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên Îranê hatine kuştin.
Gulale (Meriyem) Mehmûdî Azer, welatiya 26 salî ya Kurd û xelka Mehabadê ku tevî hevjînê xwe yê xelkê Pawe yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê li Tehranê nîştecih bûn, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker hate kuştin û termê wê piştî veguhastinê bo Mehabadê, di rewşeke tam ewlehî û di bêdengiya bi zorê de hate biaxsipartin. Çavkaniyên Hengawê tekezî kirine ku navê "Rojîn" ku xwîşka Gulaleyê ye, bi şaşî wekî kesa cangorî hatibû belavkirin.
Herwisa, Zehra Muradî ya welatiya xelka gundê Hesar ê ser bi Bokanê, li dema nerazîbûnên xelkê li Tehranser a rojavayê Tehranê bi teqeya rasterast a hêzên serkutker li serî û singê wê hatiye kuştin. Zehra li Tehranê mijûlî karê ciwankariyê bûye. Li gorî zanyariyên gihîştî destê Hengawê, xal û keçxala Zehrayê jî hevdem digel Zehrayê bi teqeya çekên saçmeyî bi giranî birîndar bûne. Navbirî zewicî bû û nû jiyana hevpar pêk anîbû.
Siyaweş Şêrzad, welatiyê Kurd ê 38 salî û xelkê Bokanê, welatiyekî din e ku di encama teqeya rasterast a hêzên serkutker de hatiye kuştin û piştî radestkirina termê wî bo malbatê, ji ber zextên ewlehiyê û bi zorê, rêûresma biaxsipartina wî li gundê Teze Qela li Bokanê hatiye lidarxistin. Navbirî zewicî û bavê du zarokan bûye.
Îrfan Elîzade, welatiyê Kurd ê 24 salî û xelkê bajarokê Lomar ê ser bi bajarê Sîrwana parêzgeha Îlamê jî li dema nerazîbûnên xelkê li bajarê Weramîn li başûrê rojhilatê parêzgeha Tehranê, di encama teqeya rasterast a hêzên serkutker de hatiye kuştin.
Ji aliyek dinê ve, Elî Ebasî yê welatiyê Kurd ê 18 salî û xelkê Giyelanê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ku li Tehranê mijûlî karkeriyê bûye, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker li vî bajarî hate kuştin. Çavkaniyên Hengawê piştrast kirine ku guleyên şer li milê wî yê rastê û gurçika wî ketine û piştî veguhastina Elî bo nexweşxaneyê û derbasbûna çend demjimêran, canê xwe ji dest daye.
Termê wî roja Duşemî 12ê Çileyê li goristana Ewela Wiyar li Giyelanê hatiye biaxsipartin. Ji aliyek dinê ve, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, xalê Elî Ebasî yê bi nasnameya Şehriyar Muradî li kombûnên xelkê li Giyelanê ji aliyê Îtilaata Spahê ya vî bajarî ve hatiye girtin.
Hengawê zaniye ku termên van pênc welatiyan piştî lêgerîna malbatên wan di nav sedan terman de li sarxaneyên Tehranê hatine wergirtin.
Li gorî zanyariyên bawerpêkirî, hêzên serkutker ên Komara Îslamî ya Îranê zext li malbatên cangoriyan kirine da ku li hember wergirtina termê zarokên xwe, îtîrafên bi zorê yên televîzyonî bikin; îtîrafên ku tê de kuştina zarokên wan bixine stûyê xwenîşanderan. Bi vî halî jî, ew malbatane divê pareyek diyarkirî bi qasî yek milyar Tumenî bidin û serê xwe ji îtîrafa bi zorê re netewandine.
Bi piştgirêdan bi amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ay Hengawê, heta niha herîê kêm 48 welatiyên Kurd di dema nerazîbûnên vê dawiyê de hatine kuştin ku 12 kes ji wan, wate 25% ji hemûyan welatiyên Kurd ên cangorî li Tehranê hatine kuştin.