Bokan; Girtina du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

24 December 2024 16:41

Hengaw; Sêşemî 24ê Kanûna 2024an

Hêmin Behramî û Soran Erşed, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê sibêdeha roja Sêşemî 24ê Kanûna 2024an, Hêmin Behramî yê temen 36 salî û Soran Erşed, herdu bavê du zarokan û xelkê gundê "Gilolana Serê" yê girêdayî bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî tevî tirsandinê derbasî malên van du welatiyên Kurd bûne û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li derbarê sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî Hêmin Behramî û Soran Erşed hatinî sepandin ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin