Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Miyanduavê
Hengaw; Sêşemî 24ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Ramîn Kebîrî" yê xelkê Sayînqelayê ku berê bi tohemta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Miyanduavê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 19ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Ramîn Kebîrî yê temen 40 salî û xelkê Sayînqelayê li girtîgeha navendî ya Miyanduavê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiye 4 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.