Hejmara welatiyên li bajarê Bokanê hatinî girtin giha bi 3 kesan

25 December 2024 12:21

Hengaw; Çarşemî 25ê Kanûna 2024an

Bi binçavkirina welatiyekî din ê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Kawe Ustiwar, hejmara welatiyên hatinî girtin li vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, giha bi 3 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 24ê Kanûna 2024an, Kawe Ustiwar ê xelkê gundê "Ebasava" yê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Kawe Ustiwar di mala xwe de û bi bê nîşanadana her cure belgeyeke yasayî hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Hengawê berê ragihandibû ku, sibêdeha roja Sêşemî Hêmin Behramî yê temen 36 salî û Soran Erşed, herdu bavê du zarokan û xelkê gundê "Gilolana Serê" yê girêdayî bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Hêzên ewlehî tevî tirsandinê derbasî malên van du welatiyên Kurd bibûn û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kiribûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li derbarê sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin