Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî li girtîgeha Nehawendê

25 December 2024 13:23

Hengaw; Çarşemî 25ê Kanûna 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Elî Rehxanî yê xelkê navçeya Şahînwend a ser bi bajarê Çigînî yê ser bi Loristanê ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Nehawendê ya ser bi parêzgeha Hemedanê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 24ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Elî Rehmxanî yê temen 35 salî û xelkê gundê “Dermere” yê ser bi navçeya Şahînwend a girêdayî bajarê Çigînî li girtîgeha navendî ya Nehawendê hate birêveçûn.

Ev girtiye berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Navbirî roja borî ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo beşa qerentîne ya girtîgehê hatibû veguhastin.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin