Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyan li girtîgeha Qizilhesara Kerecê
Hengaw; Çarşemî 25ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina sê girtiyan ji wan du girtiyên Kurd ên bi navên Mesûd Celaliyan ê xelkê Kirmaşanê, Hesen Mensûrî yê xelkê Kuyeştê û Hamid Pakdamen ê xelkê Hemedanê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê, navenda parêzgeha Elborzê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 25ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina Mesûd Celaliyan ê girtiyê xelkê Kirmaşanê, Hesen Mensûrî yê xelkê Kuyeştê û Hamid Pakdamen ê xelkê Hemedanê li girtîgeha Qizilhesarê hate birêveçûn.
Hêjayî gotinê ye ku, ev sê girtiyane roja Çarşemî 11ê Kanûna 2024an, ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhesarê hatibûne veguhastin.
Ev sê girtiyane berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van sê girtiyane, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.