Ciwanro; Girtina Îbrahîm Gulenber ji endamê malbatên dadxwaz ji Ciwanroyê
Hengaw; Pêncşemî 26ê Kanûna 2024an
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Îbrahîm Gulenber” ê xelkê bajarê Ciwanro yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li ser rêya Bêstûn bo Kirmaşanê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. Navbirî ji endamê malbatên dadxwaz ên tevgera “Jin Jiyan Azadî” ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 25ê Kanûna 2024an, Îbrahîm Gulenber ê xelkê bajarê Ciwanroyê, li dema vegerîn ji Tehranê bo Ciwanroyê li nêzî navçeya Bêstûnê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd digel hevjîna xwe li dema vegerîn ji Tehranê bo Ciwanroyê di nav rê de li navçeya Bêstûnê hatiye girtin, lê hevjîna wî nehatiye girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, Îbrahîm Gulenber, birayê Îsmayîl Gulenber ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî li Ciwanroyê ye. Îsmayîl Gulenber roja Duşemî 21ê Mijdara 2022an, piştî bi axsipartina du kes ji canjidestdayiyên berxwedana xelkê ya li Ciwanroyê, bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Nebî Ekrem a Kirmaşanê li şeqama Bêhdarî ya Ciwanroyê canê xwe ji dest da.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li derbarê sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.