Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyan li girtîgeha Cîroftê
Hengaw; Pêncşemî 26ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên xelkê bajarên Bane û Serdeştê yên bi navên Saman Fexrî û Esed Emînî ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Cîroftê ya ser bi parêzgeha Kirmanê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 26ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina du girtiyan ên bi navên Esed Emînî yê 27 salî û xelkê bajarê Serdeştê û Saman Fexrî yê 33 salî û xelkê bajarê Banê li girtîgeha navendî ya Cîroftê hate birêveçûn. Ev du girtiyane roja Sêşemî, ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibûne veguhastin.
Ev du girtiyane li Şibata 2022an li bajarê Cîroftê hatibûne girtin û di dosyeyeke hevpar de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van du girtiyane, heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.