Bokan; Sê meh girtîgeh bi ser Ebdulah Gulistanî de hate sepandin
Hengaw; Înê 20ê Kanûna 2024an
Ebdulah Gulistanî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sê meh û rojek girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Ebdulah Gulistanî, welatiyê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Pêdaçûnê ya Urmiyê ve bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” sê meh û rojek girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Ev welatiyê Kurd li 2ê Îlona 2023an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî hefteyek binçavkirin di bin îşkencên dijwar ên hêzên ewlehî de ji aliyê momikên pişta xwe ve rastî şikestinê hatibû û bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin û piştî heyamekê dîsan bo girtîgeha îdareya Îtilaatê hatibû veguhastin.
Ebdulah Gulistanî berê jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi valakirina 113 milyon Tumen sizayê nexdî û mehek girtîgeha sepiyayî hatibû sizadan ku bi valakirina vî pareyê û danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.