Raporek derheq girtin û nexuyabûna çarenivîsa du welatiyên xelkê Banê ji aliyê îdareya Îtilaata Sinê ve
Hengaw; Pêncşemî 26ê Kanûna 2024an
Xelîl Fexrî û pismamê wî yê bi navê Resûl Fexrî, welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Banê sê hefte zêdetir e ku ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û herwisa çarenivîsa wan nediyar e. Xelîl Fexrî, birayê Saman Fexrî ye ku îro li girtîgeha navendî ya Cîroftê ya parêzgeha Kirmanê hate darvekirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Xelîl Fexrî yê temen 53 salî û Resûl Fexrî yê 52 salî û herdu xelkê bajarê Banê ji 23 roj berî niha ve hatine girtin û herwisa rewşa van nexuya ye.
Li gorî çavkaniyee agehdar, Xelîl û Resûl Fexrî, piştî ku li bajarê Banê hatine binçavkirin bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li Sinê hatine veguhastin û heta niha jî li wir têne ragirtin.
Ev du welatiyane roja Sêşemî 3ê Kanûna 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Banê hatibûne girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derabarê sedemên girtin û herwisa tohmetên bi ser van du welatiyên Kurd de hatinî sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.