Girtina çar welatiyên Kurd li bajarê Şinoyê
Hengaw; Înê 27ê Kanûna 2024an
Çar welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şino yên bi navê Murad Ebdulahumerî, Nûredîn Mela Elîzade, Tofîq Emînî û Mihemed Bêhrûzî ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Pêncşemî 26ê Kanûna 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bi êrîşkirin bo ser gundê "Heq" ê ser bi Şinoyê aliyê kêm sê welatiyên Kurd ên bi navê Murad Ebdulahumerî, Nûredîn Mela Elîzade û Tofîq Emînî binçav kirin.
Hevdem van hêzan li Mîravaya Şinoyê welatiyek din ê bi navê Mihemed Bêhrûzî binçav kirin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spahê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kirine ser mala van welatiyan û bi awayekî tundûtîjî hewla girtina van welatiyan dane û bo girtîgeheke ewlehî li Urmiyê veguhastine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li derbarê sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.