Girtina Aram Mihemedî li bajarê Pîranşarê
Hengaw; Înê 27ê Kanûna 2024an
Li berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd di heyama rojên dawî de, Aram Mihemedî yê xelkê gundê "Peswê" yê girêdayî bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên roja Înê 27ê Kanûna 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê bi êrîşkirin bo ser mala malbatî ya Aram Mihemedî li gundê "Peswê" yê ser bi bajarê Pîranşarê, ev welatiye binaçv kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtîjî hewla girtina Aram Mihemedî li ber çavê zarokên wî dane.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina Aram Mihemedî ber dest nîne.