Pîranşar; Hejmara welatiyên hatine girtin gihe bi çar kesan

28 December 2024 22:17

Hengaw; Şemî 28ê Kanûna 2024an

Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de û bi binçavkirina aliyê kêm sê welatiyên din ên xelkê Pîranşarê û bi awayekî tundûtîjî yên bi navê Bêhzad Mehmûdî, Soran Mihemedpûr û Mûsa Resûlî, hejmara welatiyên hatine girtin li vî bajarî giha bi çar kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên roja Înê 27ê Kanûna 2024an, Bêhzad Mehmûdî yê temen 27 salî û xelkê gundê "Peswê" yê ser bi Pîranşarê, Mûsa Resûlî yê temen 30 salî û xelkê gundê "Xurinc" û Soran Mehmûdpûr ê temen 25 salî û xelkê Pîranşarê li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala van hatine girtin.

Hengawê berê nûçeya binçavkirina welatiyekî din ê xelkê gundê Peswê yê bi navê Aram Mihemedî belav kiribû.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ji bo tirsandinê û bi awayekî tundûtîjî hewla girtina van welatiyan dane û mala van vekolîn kirine û dest bi ser hin kelûpelên wan ên kesî yên wekî telefona wan de girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast li derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van çar welatiyên Kurd  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin