Kasibkarekî Kurd li ser sînorê Banê ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da
28 December 2024 22:27
Hengaw; Şemî 28ê Kanûna 2024an
Kasibkarekî Kurd ê xelkê Banê ku nasnameya wî bi navê Îdrîs Nadirî hatiye eşkerekirin, ji ber sir û seqemê li navçeya sînorî ya vî bajarî canê xwe ji dest daye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 28ê Kanûna 2024an, Îdrîs Nadirî, kasibkarê xelkê gundê "Qul Ester" ê ser bi bajarê banê ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyeke aghedar, Îdrîs Nadirî li bilindahiyên çiyayê "Hevt Taş" li sînorê bajarê Banê, ji ber sireke zêde canê xwe ji dest daye. Ev kasibkarê Kurd şeva borî ji bo veguhastina pez û malatên xwe çûbû vê navçeyê.
Termê vî kasibkarê piştî ku ji aliyê xelkê ve hatiye dîtin bo serdxaneya nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Banê hatiye veguhastin.
Source: Hengawê Kurdî